Kurdistan
Li Wanê 7 hezar 490 dermanên qaçax hat desteser kirin
PeyamaKurd - Li navçeya Îpekyolu ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê di çar kargehan de 7 hezar û 490 dermanên qaçax hatin desteser kirin.
Rêveberiya Ewlekariya bajarê Wanê operasyonek li navenda bajêr û navçeyan xebatên dijî kesên ku ji bo qezenca neheq bi bazirganiya qaçax re mijûl in, pêk anî.
Hat ragihandin ku tîmên Rêveberiya Şaxa Dijî Qaçaxçîtî û Tawanên Organîze li navçeya Îpekyoluyê di çar kargehan de lêgerîn pêk anîn.
Di lêgerînê de 7 hezar û 490 dermanên qaçax ên wekî tablet, mecûn, jel û sprey ên ji bo cinsî û herwiha kîlowergirtinê hatin bidestxistin.
Derbarê xwediyên kargehan S.R.G, M.T, Î.K, F.Ş. û O.A. de ji ber sûcê “dijayetiya yasaya hejmara 5607” lêpirsîn hat destpêkirin.