Kurdistan
Li Wanê car din hemû çalakî û civîn hatin qedexekirin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê careke din bo 15 rojavan qedexe hat ragihandin û hemû çalakiyên meş, civîn û çalakiyên cemawerî hatin qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya parêzgariya Wanê qedexe ji bo pêşîgirtina êrîş û bûyeran hatiye ragihandin û mebest jî parastina can û malê welatiyan e.
Qedexeya ku hatiye ragihandin ji 25ê Kanûna 2019an heta 8ê Çileya 2020an e ku ev 3 salên ew qedexe bênavber tê dirêjkirin.