TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê di qemyona çîmentoyê de 78 koçberên Afgan hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 01 îlon 2021 23:37

PeyamaKurd - Li navçeya Westan a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê 78 koçberên afganî yên dixwestin derbasî bajarên Tirkiyê bibin, hatin girtin.

Parêzgariya Wanê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên ewlekariyê li ser gumanê barhilgireke çîmento li ser rêya navbera Wan û Bedlîsê de rawestandine û di lêkolînan de derketiye holê ku 78 koçber di bin çîmento de hatine veşartin.

Hat diyarkirin ku koçberên afganî yên hatin dîtin ji bo Navenda Vegerandinê ya Îderaya Koçberan a Parêzgehê hatine veguhestin û şifêr jî hatiye desteserkirin.

Parve bike: