Kurdistan
Li Wanê du otomîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di encama qezaya du otomobîlan de, 2 kesan can dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, li ser rêya Qerqelî û Wanê du otomobîl li hev qelibîn û 2 kesan li cihê bûyerê can dan û 4 kes jî birîndar bûn.
Agahiyên hatine belavkirin eşkere dikin, tîmên Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) û polîs hatine, çûne cihê bûyerê û birîndarên di nav otomobîlan de asê mane rizgar kirine û ew rakirine nexweşxaneyê.
Herwiha li cihê bûyera trafîkê pêk hat, ji bo demekê rê ji hatûçûnê re hat girtin.