TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê erdhej

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 06 gulan 2024 11:59

PeyamaKurd - Li parêzgeha Wanê ya bakurê Kurdistanê, şeva borî li gorî pîveka Richterê, erdhejek bi hêza 4.1 pileyan rû da.

Li gor Enstîtûya Lêkolînên Erdhêjê ya Kandîllîyê, li Wanê şeva borî, di demjimêr 22.58an de, bi hêza 4.1 erdhejekî rû da.

Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê heta 5.0 kîlometreyan hatiye pîvan.

Erdhej li navçeyên Wanê û li bajarên nêzîk ên wek Bedlîs û Tetwanê jî hate hestkirin.

Parve bike: