TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê ji ber berfa zêde nexwesxane hilwesiya: 9 kes birîndar bûn

Admin H
Nivîskar
📅 24 rêbendan 2020 20:22

PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê, ji ber berfa zêde beşek ji nexweşxaneya dewletê ya lêkolînî hilweşiya ku bû sedema birîndarbûna 9 kesan..

Hat ragihandin ku îro danê nîvro, beşek ji nexweşxaneya bajarê Wanê, ji ber giraniya berfa zêde hilweşiya û 9 kes di bin de man û birîndar bûn.

Berpirsên nexweşxaneya Wanê ragihandin ku piraniya wan kesên birîndar bûne, birînên wan sivik in tenê du kes xwedî birînên giran in ku xetera mirinê li ser wan jî nîne.

Parve bike: