TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê operasyona Ciwanên PKKê: 27 kes hatin desteserkirin

Admin M
Nivîskar
📅 16 sibat 2021 01:33

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê hêzên ewlehiyê 27 ciwanên Kurd yên ku bi tewana rêxistina ciwanên PKK ê tên gumanbarkirin hatin binçavkirin. Li gor ragihandina rêvebiriya asayîşa Wanê; bi sedema hatina salvegera girtina serokê PKK ê Abdullah Öcalan ku di 15 ê sibata sala 1999 an de hatibû girtin, dê wan ciwanan biketina nav tevgerê.

Di nava desteserkiriyan de 11 kes ji wan zarokin û tevî wan zarokan bi temamî 27 kes hatine binçavkirin. Li gor hêzên asayîşê; di lêgerîna malên wan kesan de alavên bo çêkirina teqemenî û dokumentên dîjîtal ketine dest.

Parve bike: