Kurdistan
Li Wanê operasyona hisberiyê hat kirin: 16 kg eroyîn
PeyamaKurd- Polîsên narkotîkê yên bajarê Wan ê li ser rêya Wan û Ercîşê li ser gumanê otomobîlekî dan rawestandin. Piştî kontrolkirina otomobîlê tê de 16 kg û 550 gram eroyîn dîtin. Eroyîn bi xêra seyê perwerdekirî hat dîtin.
Eroyîn di nava torbeyekî de 33 paket bûn. Ajotvanê erebeyê bi sedema bazirganiya maddeyên hişber û neqla wê tê tewankirin.