TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê operasyona madeyên hisbir pêk hat

Admin L
Nivîskar
📅 07 mijdar 2020 15:56

PeyamaKurd –  Tîmên jenderme yên Tirkiyê, li parêzgeha  Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyona madeyên hişbir de, 16 kîlo metamfetamin û 5 kîlo esrar bi dest xistin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Parêzgariya Wanê, di operasyona ji aliyê Fermandariya Parezgariya Jenderme pêk hat de, di 5ê Mijdarê de, li derdora saet 23.30an de, li navçeya Ozalp li taxa Damlacık li Cihê Goletê, piştî îxbara ku wê kaçaxcîtiya madeyên hişbir bê kirin operasyon hat lidarxistin. Di encamê de 29 paket Metamfetamin, 6 paket Toz Esrar û 500 paket cixara kaçax hat bidestxistin.   

Herwiha hat diyarkirin, di derbarê kesên gumanbar de lêpirsîn berdewam dike.

Parve bike: