Kurdistan
Li Wanê rojane 300-400 kes bi koronayê dikevin
PeyamaKurd - Serokê Odeya Bijîşkan a Wanê Huseyîn Yaviç, piştî serdana Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca bo bajarê Wanê ragihandiye ku giranbûna rewşa bajêr di koronayê de hatiye piştrastkirin û got, amarên fermî ne rast in.
Yaviç bal kişandiye ser ku li Wanê rojane 300-400 kes bi wê nexweşiyê dikevin û got, heger wezaret bi vî awayî li dijî pandemiyê têkoşînê bide, wê di werza zivistanê de encamên wê girantir bibin.
Serokê Odeya Bijîşkan a Wanê diyar kir, “Hema bibêje li nexweşxaneyan beşên lezgîn tije bûne. Beşên ji bo covîdê hatine veqetandin jî bi qasî ji sedî 70ê tije bûne."