TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wêransehr a Rihayê cotyar rê girtin

Admin M
Nivîskar
📅 05 tebax 2021 00:37

PeyamaKurd -  Li bajarê Rihayê li navçeya Wêranşehrê cotyaran birîna elektrîkê protesto kirin û rêya bajêr girtin. Li Wêranşehrê gelkî caran elektrîka cotyaran diçe û ji ber nebûna elektrîkê mexdûr dibin. Lewra îro di wextê nîvro de cotyar li gundê Qizbegî ku dikeve navbera Riha û Wêranşehrê lihev civiyan û keviran danîn nava rê.

Piştî hevdîtina bi cendirmeyan re cotyar razî bûn û vegeriyan malên xwe.

Her weha di mehên borî de li navçeya Qoser a  ser Mêrdînê cotyar rê girtibûn û nebûna elektrîkê protesto kiribûn.

Parve bike: