Kurdistan
Li Xaneqînê 2 çekdarên Hesda Seibî hatin kustin
PeyamaKurd - Li Xaneqînê, bombek bi du otomobîlên çekdarên Heşda Şeibî da teqiya û herî kêm 2 çekdar hatin kuştin, 3 çekdar jî birîndar bûn.
Li gor polîsekî îstixbarata Iraqê li nahiya Qeretepe ya Xaneqînê bi navê Hîkmet Hesen diyar kir, îro li derdora Qeretepe bombek bi du otomobîlên Heşda Şeibî da teqiya.
Wî efserî da zanîn, di wê teqînê da 2 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûn.
Nahiya Qeretepe girêdayî bajarê Xaneqînê ye. Li wê nahiyê ji bilî kurdan, ereb û turkmen jî dijîn.