Kurdistan
Li Xaneqînê agir bi zaden xelkê xistin
PeyamaKurd- Her roj nûçeyeka nexweş ya agirberdana zadên xelkê Kurdistanê dikeve ser çapemeniyê. Îro berê êvarê li navçeya Xaneqînê agir bi zeviyên xelkê ket û zeviyên gundeki bi temamî şewitîn. Heya dereng jî agir nehatibû kontrolkirin. Polîsê Xaneqînê di mijarê de dest bi lêkolînê kiriye lê dê çi encam bide ne diyare.
Li gor ji mijarê tê fêmkirin ew Erebên li herêmê destê wan di destê kîjan rêxşistinê de be, bila bibe, dibe ku ew vê şewatê derxistibin. Di mijara derxistina şewatan de destê rêxistinên weka DEAŞ û Haşdî Şabî hene.
Li gor derket ser çapemeniyê li devera Şengalê ereba Haşdî Şabî diçe agir berdide geniman û dibe sedema perîşaniya cotyarên deverê.