Kurdistan
Li Xaneqînê baxên kurdan disewitînin
PeyamaKurd - Heta niha zêdetirî 700 donim zeviyê çandiniyê yê kurdan hatine şewitandin ku niha ji bilî şewitandina genim dest bi şewitandina baxên kurdan hatiye kirin.
Cîgirê Serokê Encûmena Bajarokê Xaneqîn Ednan Mensûr ji medya Kurdistanê re ragihandiye:
“Heta niha zêdetirî 700 donim zeviyê Kurdan hatiye şewitandin û niha ji bilî genim dest bi şewitandina baxan jî bûye, ku hinek ji wan baxan temenê wan 150 sal e, lewma jî pirsgirêk pir mezin bûye û pêwîstî bi çareseriyeke bilez heye
Li gorî gotina Ednan Mensûr Parlamentoya Iraqê hewl dide ji bo çareseriyê, lê pirsgirêk ji komîteyên parlamentoyê û divê ew pirsgirêk li ser asteke bilindtir çareser bibe.