TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xaneqînê du kes hatin revandin: Ji malbatan pere tê xwestin

Admin H
Nivîskar
📅 16 gulan 2020 00:24

PeyamaKurd - Ev demek e bênavber êrîşên terorîstên DAIŞê li gundewarên Xaneqînê berdewam dikin ku erebên deverê jî zeviyên Kurdan dişewitînin û herwiha hevkariyê bi terorîstên DAIŞê re dikin. Piştî êrîşên doh ên ser gundên Xaneqînê û kuştina kesekî û birîndarkirina hejmarek kesên din, îro jî du hemwelatî ji aliyê kesên nenas ve hatin revandin.

Li gorî zanyariyan ji gundê Yusuf Beg ê Xaneqînê du hemwelatiyên bi navên Ehmed Ebas û Ehmed Ednan ku kasibkar in, li derveyî gund hatin revandin û ji bo azadkirina wan jî daxwaza pereyan li malbatên wan hat kirin.

Hîn diyar nebûye bê ew kes terorîstên DAIŞê ne yan jî çeteyên diziyê ne, lê bûyerên bi vî awayî di demên dawî li deverê zêde bûne.

Efserê polîsê Xaneqînê Yusif Daraxan ku xelkê heman gundî ye jî nûçeya revandina du hemwelatiyan piştrast kir.

Parve bike: