TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xarpêtê 4 erebe li hev ketin. 8 birîndar hene

Admin M
Nivîskar
📅 15 îlon 2026 17:09

PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li feleka Muhsin Yazıcıoğlu erebeyekî bazirganî û 3 erebeyên din li hev ketin. Di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê 3 birîndaran li ciyê qezayê derman kirin û 5 birîndarên dinan birin nexweşxanên cuda yên bajêr.

Rewşa her 5 birîndarên çawaye nehat ragihandin lê li ser qezayê lêpirsîn dewam dike.

Parve bike: