Li Xarpêtê di pevçûnê de 3 kes hatin kustin
PeyamaKurd – Îro ber destê êvarê li bajarê Xarpêtê li taxa Sursuriyê, li bûlwara Îmamefendî li kargehekî di navbera du grûban de pecçûn derket û di encamê de 3 kes hatin kuştin. Pevçûna navbera her dû grûban bi sedema arazî çêbûye û paşî dest avêtine çekan. Di serî de sê kes birîndar bûne. Li ser gilîkirina xelkê der û dor ji bo polîs, tîmên tendursitiyê û tîmên polîsan çûne ciyê bûyerê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat dîtin ku kesên bi navên Burak Tutak û Mahmut Demir li ciyê bûyerê can dane. Birîndarê bi navê Mehmet Kayar jî birîna wî giran bûye dema wî bi ambûlansê birine nexweşxanê di rê de jiyana xwe ji dest daye.
Polîs li ciyê bûyerê tedbîran diye û yek ji wan gumnabarê bûyerê 3 kesan birine baregeha asayîşê. Cenazê her 3 kesan ji bo otopsiyê birine morgê û li ser bûyerê lêkolîn û lêpirsîn dewam dike.