Kurdistan
Li Xarpêtê du grûb pevçûn û 1 kes hat kustin
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê li taxa Naîlbegê di navbera du grûban de bi sedema deyndariya hev pevçûn derket. Pevçûn bû şer û bi demançeyan lihev dan. Li ser lihevdanê tîmên asayîşê, tîmên taybet û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.
Di encamê de kesê bi navê Fatih K. ji aliyê tîmên 112 yên tenduritiyê de birin nexweşxaneyekî taybet ya bajêr. Fatih K.li nexweşxanê can da û li ser bûyerê kesê bi navê E.Ç.hat binçavkirin.