TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xarpetê erdhej çêbû

Admin L
Nivîskar
📅 18 cotmeh 2022 14:03

PeyamaKurd – Di saetên serê sibê de, li parêzgeha Xarpêtê (Elezîz) ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbû.

Resedxaneya Kandîlliyê û Enstîtuya Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê diyar kir, erdhej îro di saet 06:31 sibehê de li navçeya Sivîrce ya Xarpêtê çêbûye.

Herwiha ragihand, hêza erdhejê 4 pileyên Rîxter û navenda wê li gundê Doganbagî yê ser bi navçeya Sivîrceyê û di kûrahiya 5 kîlometran li bin erdê de çêbûye.

Tu aliyan heta niha di derbarê zerarên muhtemel ên erdhejê de, tu agahî belav nekirine.

Parve bike: