Kurdistan
Li Xarpêtê erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê yê Bakurê Kurdistanê, îro 27ê Hezîranê erdhejeke bi hêza 4.1 bi pileya rixterê rû da.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe ragihand ku li navçeya Sivrice ya bajarê Xarpêtê li demjimêr 15:40 xulekan erdhej çêbû.
Li gorî daneyên AFADê pileya erdhejê 4,1 bûye û kûrahiya wê jî 4.99 kîlometre binê erdê bûye.
Piştî vê erdhejê ti ziyanek nehatiye tomarkirin.