Kurdistan
Li Xarpêtê operasyona PKK/KCK ê hat kirin
PeyamaKurd-Li bajarê Xarpêtê bi desthilatiya serdozgeriya bajêr, hêzên asayîşê bi gumana ku endamên PKK/KCK ê ne, di heman wextê de avêtin ser malên 6 kesan û wan binçavkirin.
Bi giliyên hevkarên polîsan, hêzên asayîşê xebata xwe kirin û li navenda Xarpêtê (Elazığ), li Bîngolê, li navçeyên Xarpêtê li Alacakaya û Karakoçanê navnîşan hatin tesbîtkirin û avêtin wan navnîşanan.
Li gor îfadeyên gumanbaran, ji wan 5 kes bi tohmeta bo rêxistinê mirov didin qezenckirin, erzaq temîn kirine û yekî din ji wan berê tevlî nava PKKê bûye û paşî ji wan veqetiyaye.
Her 6 gumanbar hatin sewqkirin bo dadgehê.