Kurdistan
Li Xarpêtê qeza çêbû: 14 birîndar
PeyamaKurd – Li nav bajarê Xarpêtê qeza ku motorsîklet, otomobil û mînîbus lihev ketin, tê de 14 kes birîndar bûn. Qeza li dora 18.00 ê êvarê çêbû. Piştî qezayê tîmên tenduristiyê û polîsan çûn ciyê bûyerê.
Bi ambûlansan birîndaran birin nexweşxaneyan. Di nava birîndaran de halê yekî xweş nîne. Li ser qezayê lêpirsîn hat destpêkirin.