TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Xurmatû ji ber tozbarînê 5 welatiyên nistecih can dan

Admin L
Nivîskar
📅 08 nîsan 2022 15:09

PeyamaKurd  Li Xurmatû, ji ber tozbarînê 5 welatiyên niştecih can dan û çend kesên din rastî bêhntengiyê hatin.

Li gor Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Şêrwan Ebdulrehîm daye zanîn: “Ji ber tozbarînê 5 welatiyan li Xurmatû can dane û çend kesên din rastî bêhntengiyê hatine û çareseriyê werdigrin.”

Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Xurmatû eşkere kiriye: “Heta saet 12:50ê nîvê şeva Înê 8ê Nîsana 2022an, bi sedema tozbarînê 21 kes li wê navçeyê rakirine nexweşxaneyê ku 5 ji wan kesan can dane.”

Ebdulrehîm daye zanîn, Nexweşxaneya Xurmatû, ji kesên ku can dane, yek jê Kurd, du Ereb û du kes jî Tirkmen in û temenê wan di navbera 43 salî heta 86 saliyê de ye.

Herî dawî Alîkarê Rêveberê Nexweşxaneya Xurmatû canjidestdana 5 kesan ji ber tozbarînê li navçeyê weke “bûyereke bê mînak” bi nav dike û dibêje: “Em daxwaz ji hemwelatiyan dikin eger ji bo karekî gelekî pêwîst nebe ji mal neçin derve, herwiha dema derketina ji mal jî maskê deynin.”

Parve bike: