TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Zanîngeha Îlamê beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hate vekirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 cotmeh 2026 10:42

PeyamaKurd - Di qada perwerde û akademîk de pêngaveke girîng hate avêtin; li Zanîngeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê bi awayekî fermî beşa Ziman û Wêjeya Kurdî hate vekirin.

Bi vê gavê re, Zanîngeha Îlamê piştî Zanîngeha Kurdistanê ya li Sineyê bû duyemîn zanîngeh li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê ku di warê ziman û wêjeya kurdî de perwerdeya akademîk dide destpêkirin.

Li gorî agahiyan, di sala nû ya akademîk de 25 xwendekar dê ji bo bernameya lîsansê werin qebûlkirin.

Vê biryarê di nava xwendekar, çalakvan û mamosteyên ziman de bû sedema keyfxweşiyeke mezin û wekî destkeftineke bingehîn ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî hate nirxandin.

Parve bike: