TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Zanîngeha Kerkûkê cilûbergên Kurdî hatin qedexekirin

PeyamaKurd
Edîtor
📅 09 adar 2018 03:39

PeyamaKurd - Zanîngeha Kerkûkê bi daxwiyaniyek diyar kir ku, li zanîngehê lidarxistina şahiyên bi cilûbergên neteweyî li ser xwendekaran hatiye qedexekirin.

Zanîngeha Kerkûkê daxwiyaniyek belav kir û di wê daxuyaniyê de diyar kir, ku lidarxistina şahiyan ya bi cilûbergên neteweyî ser xwendekaran hatiye qedexekirin. Her weha li zanîngehê hinek cûreyên mûzîk û amûrên DJ jî hatine qedexekirin.

Xwendekarên Kurd zêdetir bi cilûbergên xwe yên neteweyî diçin zanîngehê.

Parve bike: