Kurdistan
Li Zaxo otomobîlek wergeriya: kesekî can da
PeyamaKurd – Berdevkê polîsên trafîka Duhokê Azad Taha bo BasNewsê ragihandiye ku li Herêma Kurdistanê li bajarê Zaxoyê li gundê Tavkê otomobîlekî wergeriyaye û kesekî can daye.
Azad Taha ragihandiye ku qeza bi sedema leza ajotvan çêbûye. Ji bilî kesekî can daye 8 kesên din birîndar bûn. Navê kesê can daye nehatiye ragihandin.