Li Zaxoyê proja tûrîzmê yek ji ya herî xwes tê avakirin
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê li bajarê Zaxoyê proja tûrîzmê ya herî xweş tê avakirin. Ji bo geştiyar herin seredana bajêr û rojên xweş lê derbas bikin, proje tê bicîhanîn û li gor ragihandina rêvebirê tûrîzma Zaxoyê Bêwar Sindî, di serdanêrenên Zaxoyê yên îsal de %40 zêdebûn heye.
Hukumeta Herêma Kurdistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî de bi wêneyan projeyê da nasîn û got ku di Rojhilata Navîn de wê bibe yek ji projeyên herî balkêş. Li ser bicîhanîna projê, berdevkê rêvebiriya tûrîzma Zaxoyê Bêwar Sindî got:
“Dest bi bicîhanîna projê kirine û çend roj berê xebatên pêş dest pêkirin. Seha projê di navbera Xazo ya nûh û ya kevin de ye. Ji bo zêdetir geştiyar werin deverê proje ji terefê verberhênerên biyanî û xwecîh de tê bicîhanîn.
Jimara geştiyaran li gor sala borî %40 zêdetir bûne. Ji bilî kesên ku di deriyê Îbrahîm Xelîl de hatin Zaxoyê, ji bajarên cûr bi cûr yên Iraqê heya meha Tebaxê 270 hezar kes seredana Zaxoyê kirin.”