Kurdistan
Li Zoqeyda Sêrtê di çayxanê de li hev xistin: 1 kustî û 1 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarokê Zoqeyda (Kayabağlar) ser Misirca (Kurtalan) bajarê Sêrtê di nav eqrabayên bi navên S.N. (44) û E.N. (31) de bi sedemekî ku nayê zanîn pevçûn derket. Bavê S.N. yê 58 salî K.N. bi kêra nanê li çîma E.N. da û wî birîndar kir. Li ser îxbara kesan cendirme û tîmên lezgîn yên tenduristiyê yên 112an çûn ciyê bûyerê.
E.N. bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Misircê (Kurtalan). Lê E.N. li nexweşxanê can da. K.N. ji ber sivik birîndar bû, wî birin baregah cendirmeyan ya Zoqeydê.