TR KU SO
FB X
Kurdistan

Lijneya Navçeyên Kurdistanî ya Parlamentoya Kurdistanê îro dicive

📅 13 gulan 2020 15:13

PeyamaKurd -  Biryar e îro Çarşemê (13.05.2020) saet 12:00an Lijneya Navçeyên Kurdistanî li Parlamentoya Kurdistanê bo guftûgoya rewşa navçeyên Kurdistanê yên derveyî birêveberiya herêma Kurdistanê dê bicive.

Serokê Lijneya Navçeyên Kurdistanî yên derveyî Birêveberiya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê Ciwan Yunis Rojbeyanî re ragihand: ‘’Roj bi roj rewşa wan navçeyan ber bi xirabûnê ve diçe terorîstên DAIŞê xwe birêxistin kirine û dest bi karên terorîstî û şewitandina dexil û danê hemwelatiyên kurd ên li wan navçeyan kirine.’’

Her wiha got: “Li gor biryara hejmara 60 a sala 2005ê eger me zanî Iraqê li ser mafên destûrî û navçeyên Kurdistanî binpê kirinan dike, Parlamentoya Kurdistanê dikare biryarekî derbixe û dikare wisa li hikûmeta Iraqê bike ku biryaran bicîh bîne. Ji ber wê jî em dixwazin di vê civîna îro de rûniştinek pêk bê bo ku çend biryarek derbarê wan navçeyan de bê derxistin.”

Çend rojeke terorîstên DAIŞê li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê dest bi tevgerê kirine û li sînorê Mexmûrê agir berdan dexil û danê cotyarên kurd û li sînorê Kerkûk û Xaneqînê jî gelek kes girtin û şehîd kirin.

Parve bike: