Kurdistan
Lîste ya hilbêjên Kurdistanê %80 amade ye
Berdevkê Komîsyona Bilind ya Hilbijartin û Referandûmê ya Kurdistanê Şêrwan Zirarî li ser mijara hilbijêran û lîsta navên wan axifî.
Zirarî ragihand ku ew %80 lîsteyan paqijkirine û amade ne. %20 ê mayî wê di demeka nêz de biqedin. Sedemê kontrolkirina lîsteyên hilbijêrên Kurdistanê ew e ku di nava wan de hene du caran navên wan hatine nivîsandin. Sedemeka dinê ew e ku hilbijêrên mirine, navên wan ji lîstê dernexistine û hene kesên ku cîh guhertine.
Ev hemû niha tên paqijkirin da bi lîteyeka esasî hilbijartin bên kirin.