TR KU SO
FB X
Kurdistan

Lîsteya bilindkirina pileyên Pêsmerge bo serokatiya Kurdistanê hat sandin

Admin H
Nivîskar
📅 16 mijdar 2020 01:25

PeyamaKurd - Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ragihand, mijara bilindkirina pileya efser û fermandeyên Pêşmerge çûye ber destê serokatiya Herêma Kurdistanê.

Berpirsekî Wezareta Pêşmerge ji medya Kurdistdanê re ragihandiye ku nav û lîsteya wan efser û fermandarên Pêşmerge yên ku hêjayî bilindkirina pileyê hatine dîtin, bo serokatiya Herêma Kurdistanê hatine şandin.

Berpirsê Wezareta Pêşmerge daye zanîn, tê pêşbînîkirin di demeke nêzîk de serokatiya Herêma Kurdistanê wê yekê pesend bike û fermana fermî ji bo bilindkirina pileya efser û fermandaran derxe.

Parve bike: