Lîwaya Hesekê ku ji HSDê tevlî Artêşa Sûriyeyê bûbû dest bi erka xwe kir
PeyamaKurd - Lîwaya Hesekê ya ku ji HSDê tevlî Artêşa Sûriyeyê bûbû, piştî qedandina dewreya perwerdehiyê dest bi erka xwe kir.
Fermandarên Lîwaya Hesekê amadebûna xwe ji bo parastina Sûriyeyê, gelê wê û aramiya welêt anîn ziman û li ser sê xalên sînorî yên îdarî yên bajarê Hesekê bi cih bûn.
Şervanên lîwayê ku li bajarê Nebkê yê Şamê dewreyeke leşkerî ya 21 rojan qedandin, vegeriyan xalên xwe yên li Cebel Kewkeb, Qesirk û Til Beyderê. Fermandarê tûgaya 4an a Lîwaya Hesekê Mesûd Keleş da xuyakirin ku ew amade ne li hember tevahî êrîşên hundirîn û derve welêt biparêzin û efserê meydanî Ziyad Elî jî diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bimeşin.
Li gorî rêkeftina 29ê Çileyê ya di navbera HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de, çar lîwa ji HSDê tên avakirin ku sê lîwa li herêmên Cizîrê (Hesekê, Dêrik û Qamişlo) û lîwaya çaremîn jî li Kobanê bi cih dibin.