TR KU SO
FB X
Kurdistan

London: Ji bo êrîseke din em ê Hûsiyan bisopînin

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2024 19:57

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê Grant Shapps diyar kir ku wê Brîtanya, ji bo rêyên avê yên navneteweyî biparêze, berî ku biryarê bide ku êrîşek din a leşkerî ya nû li Yemenê li dijî Hûsiyên hevalbendên rejîma Îranê pêk bîne wê li tevgerîna Hûsiyan bişopîne.

Shapps bersiv da pirsa nûçegihanê Sky Newsê ya "gelo wê Brîtanya êrişên din jî li dijî Hûsiyan pêk bîne yan na?" û got: "Em ê li bendê bin û bibînin. Em naxwazin li Deryaya Sor tevgerîneke din a leşkerî pêk bînin, lê belê di encamê de azadiya gerûgeşta keştiyan mafekî navneteweyî ye."

Aloziya li herêma Deryaya Sor, di destpêka vê hefteyê de piştî ku Brîtanya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi dehan êrîş birin ser baregehên Hûsiyan, ev alozî bû sedema astengkirina herî kêm çar keştiyên barhilgir ên gaza xwezayî ya şil.

Li gorî daneyên Dezgeha şopandina keştiyan ya navneteweyî (LSIG), 3 keştiyên ku li bendera Ras Laffan a Qatarê bar hilgirtibûn û diviyabû biçûna Kanala Seweyşê, di 14ê Çileyê de li peravên Omanê hatin rawestandin. Keştiyeke din jî di meha Çileyê de li Deryaya Sor hatibû rawestandin.

Jêderek ku di vê babetê de agahdar e ji Reutersê re ragihandiye ku eger derbazbûna keştiyan a ji Deryaya Sor bikeve xeteriyê ew ê keştî berê xwe bidin Pozê Hêviyê.

Keştiyên ku ji Kanala Sûweyşê direvin, neçar in ku di riya Pozê Hêviyê re li hemû parzemîna Afrîkayê bigerin. Hefteya borî hêzên DYA û Brîtanyayê êrîşên esmanî û deryayî li dijî Hûsiyên Yemenê pêk anîn. Piştî van êrîşan, nirxê neftê ji sedî 1 zêde bûbû.

Parve bike: