Kurdistan
Lûtkeya Bexdayê dest pê kir: Kîjan welat besdar bûn?
PeyamaKurd – Lûtkeya Serokên Parlementoyê yên Cîranên Îraqê, bi navê “Îraq, Seqamgerî û Geşedan” li Bexdayê dest pê kir.
Li paytexta Îraqê Bexdayê îro (20.04.2019) Lûtkeya Serokên Parlementoyê yên Cîranê Îraqê bi navê “Îraq, Seqamgerî û Geşedan” tê lidarxistin. Axaftina destpêkê ya lûtleyê dê Serokê Meclisa Îraqê Muhammed Helbûsî bike.
Di lûtkeyê de dê li ser mijarên ewlekarî, aborî, geşedn û seqamgeriyê bihên axaftin. Serokên Parlementoyê yên Tirkiye, Sûriye, Urdin, Kiwêt û Erebistana Siûdî beşdarî civînê dibin.
Serokê Parlementoya Îranê Ali Laricanî beşdarî civînê nabe lê li şûna Laricanî dê cîgirê wî amade be.