Kurdistan
Malbatên cîran li hev xistin: 3 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Xarpêtê (Elazığ) li taxa Yenişehir (Nû) di kolana Ayyıldızê de 2 malbatên cîran ku di navbera wan de mijara deyn hebû, munaqeşe kirin û paşî bi kêr, dar û keviran li hev xistin. Di pevçûnê de 2 kes bi kêran û yek jî bi dar birîndar bû.
Li ser agahdarkirina polîs û tîmên tenduristiyê tîm çûn ciyê bûyerê û birîndaran birin nexweşxaneyan. Polîs li ser bûyerê lêkolînê dike