TR KU SO
FB X
Kurdistan

Malikî: Êrîşên ser malên serkirdeyan nayê qebûlkirin

Admin H
Nivîskar
📅 29 adar 2026 13:31

PeyamaKurd - Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî îro 29ê Adarê li ser hesabê xwe Xê peyamek li ser êrîşa ser mala Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî belav kir.

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ragihand, "Ew binpêkirinên ku li Herêma Kurdistanê qewimîn, tevî armanckirina malên serkirdeyên Herêma Kurdistanê, Rêzdar Mesûd Barzanî û Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, ji hêla her aliyekî ve bin redkirî û şermezarkirî ne."

Nûrî Malikî got, "Ev kiryar ne tenê kesên diyarkirî dikin armanc, belkî zirarê digihînin ewlehî û aramiya Iraqê bi giştî û tevlî lawazkirina yekrêziya neteweyî dibin."

Malî da zanîn, "Di vê demê de, ji her demê bêtir, pêdivîya me bi wê yekê heye ku hevgirtin û yekrêzî di navbera kurên welat de bê xurtkirin û herwiha tundûtûjî bi hemû awayên wê ve bê redkirin."

Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê peymana xwe bi van gotinan bidawî kir: "Divê hemû kes bi hev re rawestin, ji bo tunekirina bizavên wan kesên ku ji bo têkdana tenahiyê û afirandina aloziyê di nav pêkhateyên gelê Iraqê de dixebitin."

Parve bike: