TR KU SO
FB X
Kurdistan

Malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî dest bi wesanê kir

PeyamaKurd
Edîtor
📅 17 sibat 2018 20:20

Malpera fermî ya Masût Barzanî ku dê cih bide nûçe, daxuyaî û xebatên wî dest bi weşanê kir. Di malpera fermî ya Serok Mesûd Barzanî de nûçe, daxuyanî û xebatên ku werin kirin dê bên weşandin. Malpera ku bi nave www.masoudbarzani.krd hat vekirin, bi zimanê Kurdî (Kurmancî-Soranî), Erebî û Ingilizî dê weşanê bike.

Mesûd Barzanî ji ser hisabê xwe yê Twitterê ji bo vekirina malpera înternetê peyamek belav kir û got: "Malpera fermî ya aidî min hat vekirin. Di malperê de wê nûçe, daxuyanî û xebatên ku werin kirin dê bên weşandin."

Serok Barzanî piştî ku wezîfeya Serokatiya Herêma Kurdistanê dewrî hikûmet û parlamentoyê kir, xebatên malpera fermî yê serokatiyê dabû rawestandin.

Parve bike: