TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mamoste Îbrahîm dema Ala Kurdistanê bilind dikir bi vedana elektrîkê can da

Admin H
Nivîskar
📅 07 sibat 2021 21:00

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi vebûna dibistanan re, îro 7ê Sibatê li bajarokê Şeqlawe yê girêdayî Hewlêrê, mamosteyekî dema Ala Kurdistanê hilda bi elektrîkê ve ma û can da.

Pismamê mamoste Îbrahîm Sebah ku can dayê Dildar Hesen, da xuyakirin ku îro danê sibê mamoste Îbrahîm Sebah derket ser banê dibistanê ji bo ala Kurdistanê biguherîne, ji ber ku ala li ser dibistanê kevin bûbû, lê bi bilindkirinê re, stûnê alê gihîşt têlên elektrîkê û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Mamoste Îbrahîm 30 salî ye û bavê du zarokan e û ji heyama 10 salan ve mamoste ye. Li dibistana Sorikê ya Şeqlawe alîkarê Rêveberê Dibistanê bû.

Hêjayî gotinê ye, ev demek dirêj bû ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê, dibistanên Herêma Kurdistanê hatibûn girtin û 7ê Sibatê ji nû ve hatin vekirin û proseya xwendina li dibistanan destpê kir.

Parve bike: