Kurdistan
Mamosteya bi navê Aysegul Taskin ji aliyê birayê xwe ve hat kustin
PeyamaKurd – Li parêzgeha Erzînganê ya Bakurê Kurdistanê, mamosteya bi navê Ayşegul Taşkin a 34 salî ku li bajarê Dîlokê dixebitî, ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin.
Ayşegul Taşkin bi armanca birayê xwe yê nexweşiya wî ya derûnî heye, ji bo dermankirinê razî bike çû mala bavê xwe ya li Erzînganê û xwest bi birayê xwe Ali Nazim Taşkinê 28 salî re biaxife, birayê wê bi kêrê li dilê wê xist.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Di pişkînîna tîmên tendirustiyê de diyar bû ku Ayşegul Taşkin can daye.
Termê Ayşegul Taşkin, piştî otopsiyê veguhestin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê. Herwiha Ali Nazim Taşkin jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.