TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mamosteyê ku pistî çû serdana xwiska xwe ya bi korona ketibû ji koronayê can da

Admin H
Nivîskar
📅 07 gulan 2021 23:31

PeyamaKurd – Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, Ahmet Erenê ku li Dersîmê mamostetî dikir, çû serdana xwişka xwe ya li Diyarbekirê bi koronayê ketibû û ew jî li wir bi koronayê ket.

Hat zanîn ku mamoste Ahmet Erenê 49 salî, piştî ku ji bo serdana xwişka xwe ya bi koronayê ketibû çûye Diyarbekirê û li wir ew jî bi koronayê ketiye û ji wê nexweşiya can daye.

Sendîkaya Egitim Sen şaxê Dersîmê wefata mamoste Ahmet Eren ku li lîseyeke Dersîmê mamostetî dikir ragihand û sersaxî ji malbatê û hevalên wî re xwest.

Wê cezaneyê Ahmet Erenê ku ji bilî mamostetîyê endam û rêveberê HAKPARê bû,  li navçeya Diyarbekir Pasûrê bi axê bê spartin.

Parve bike: