Markeya ‘Invest Kurdistan’ hat ragihandin: Derfetên veberhênanê têne zêdekirin
PeyamaKurd - Serokê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî, markeya 'Invest Kurdistan' ragihand û eşkere kir ku wê bi markeya ‘Kurdistan’ derfetên veberhênanê û kar bêne zêdekirin.
Şukrî di daxuyaniyeke rojnamevanî ya 22yê Kanûnê de, damezrandina sindoqa veberhênanê û dirustkirina markaya Kurdistanê ragihand û got, nêzîkî hezar û 300 derfetên veberhênanê ji bo sala bê li Herêma Kurdistanê amade ne.
Mihemed Şukrî da zanîn, di nava îsal de 13 moletên veberhênanê hatine betalkirin û hewl hatiye dayîn ku careke din derfetên veberhênanê bidin veberhênerên din.
Li ser plana Desteya Veberhênanê ji bo sala bê Şukrî diyar kir: “Plana veberhênan ji bo sala 2023yan hatiye amadekirin û dê di rêberekê de were çapkirin. Hezar û 306 derfetên veberhênanê tê de hene û ji wan 330 derfetên veberhênana kesk in.”
Di berdewamê de jî Mihemed Şukrî got: “Li projeyên veberhênanê, zêdetirî 130 hezar destên kar bi awayekî rasterast di projeyên me de kar dikin û bi hezaran kesên din jî bi awayekî nerasterast derfetên kar ji bo wan pêk hatiye û me hewl daye %75ê projeyan destê kar ê navxwe be.”
Li ser hewldanên desteyê ji bo rakişandina veberhênerên biyanî Serokê Desteya Veberhênanê ragihand: “Bi rizamendiya Serokwezîr, em markaya Kurdistanê radigihînin ku bi navê Invest Kurdistan e, malpereke nû ji bo vê dê were dirustkirin, da ku veberhênana biyanî zêdetir bo Herêma Kurdistanê rabikêşin.”