Masrûr Barzanî û Erdoğan li ser gelek mijaran hevdîtin kirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi seredanekî fermî giha Îstenbolê Qesra Dolmabahçe û bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hevdînekî pêk anî.
Barzanî di ser hesabê xwe yê Xê de daxwuyanî da û got ew kêfxweşe ku li Koşka Dolmabahçe bi serokê Tirkiyê Erdoğan re hevdîtin kiriye. Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe de got:
“Me behsa girîngiya xwurtkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê kir. Em li ser kabîna federal ya Bexdayê axifîn. Me her dû jî xwest ku kabîna nû ya federal ji bo Iraqê aştiyê û aramiyê bîne, bê cudakariyê bike xizmeta temamê pêkhateyan bike û pirsgirêkên di navbera Kurdistanê û Iraqê de hene, li ser esasê destûrê çareser bike.
Me her weha behsa pêvajoya aştiyê û çekdanîna PKKê kir, min desteka xwe ji bo pêvajoyê ragihand, me behsa serkeftina pêvajoyê û temamkirina pêvajoyê kir û girîngiya temamkirina pêvajoyê kir.”