TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mayin li sînorê Serê Kaniyê bi 5 kesan de teqiya: Her 5 kesan jî can dan

Admin L
Nivîskar
📅 15 cotmeh 2020 12:32

PeyamaKurd – Mayineke vedayî li herêma Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê bi 5 Kurdên Rojavayê Kurdistanê de teqiya û di encamê de her 5 kesan can dan.

Li gor zanyariyên xwecîhî, mayineke vedayî bi 5 Kurdên Rojavayê Kurdistanê, yên ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin de teqiya, di encamê de her 5 kesan can dan.

Ew her 5 kesên can dane, 2 kes ji wan ji Dêrikê ne, 2 ji Qamişlo ne, û qaçaxçiyê ku bi wan re bû di encama teqînê de can daye.

Îro cenazeyên wan 5 kesan derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û radestî xwediyên wan hatin kirin.vv

Parve bike: