Mazlum Abdi: Wê grûbekî dinê ya Kurd bê berdan
PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî li bajarê Hasekiyê bi heyetekî hukumeta Şamê re hat cem hev.
Di civînê de ji Şamê nûnerê hukumeta Şamê Ziyad El Ayiş û endamê asayîşa giştî yê fermandariyê Mehmûd Xelîl jî amade bû.
Di hevdîtinê de li ser berdana esîran, entegrasyona dezgeyan û dagera malên xwe ya koçberan li hev kirin.
Di civînê de bi taybetî koçberên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî koç kiribûn ji bo dagerin malên xwe, rewşa ewlehiya wan û mekanîzmayên dagera wan hat niqaş kirin.
Xaleka dinê ku li serê axifîn, dezgeyên xizmetê û yên perwerdê bûn ku ji bo wan koordinasyon hat avakirin. Teref ji bo xwurtkirina aramiya herêmê, ji bo başkirina xizmeta ji bo xelkê, entegrasyona dezgeyan munaqeşe kirin.
Guherîna esîrên her dû terefan, mijareka wan din bû. Li gor plana serbest berdana esîrên her dû terefan, wê di nav heftê de grûbekî dinê serbest berdin û hêdî hêdî zîndanan vala bikin.