Mazlûm Kobanî: Em ê bi vê hevgirtinê tekosîna xwe bibin serkeftinê
PeyamaKurd – Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî peyamek li ser Newrozê belav kir û qala rewşa Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û diyar kir: “Em ê bi vê hevgirtinê tekoşîna xwe bibin serkeftinê.”
Mazlûm Kobanî ji bo Cejna Newrozê got: “Gelê me û dostên xwe agirê Newrozê bi yek dest û dengî geş dike. Em ê bi vê hevgirtinê tekoşîna xwe bibin serkeftinê.”
General Mazlûm Kobanî eşkere kir: “Bi ROJA NÛ re em israra xwe ya parastina nirxên şoreşê nû dikin.”
Herwiha Mazlûm Kobanî amaje bi rewşa bajarên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê kir û diyar kir: “Heya em agirê Newrozê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî geş bikin, Newroza Serfiraziyê pîroz be.”
Peyama General Mezlûm Kobanî:
Gelê me û dostên xwe agirê Newrozê bi yek dest û dengî geş dike. Em ê bi vê hevgirtinê tekoşîna xwe bibin serkeftinê.
Bi ROJA NÛ re em israr xwe ya parastina nirxên şoreşê nû dikin.
Heya em agirê Newrozê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî geş bikin, #NEWROZA_SERFIRAZIYÊ pîroz be.