TR KU SO
FB X
Kurdistan

McGurk li Kurdistanê Serowezîr Barzanî ziyaret kir!

Admin V
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2018 13:32

PeyamaKurd- Nûnerê Taybet yê li dijî têkoşîna bi IŞÎDê re yê Amerîkayê Brett McGurk li Kurdistanê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir.

Di derbarê mijarê de serokwezîrtiya Kurdistanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Brett McGurk û Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser rewşa Kurdistan û pêvajoya Iraqê û avakirina hikûmeta Iraqê axivîn. Brett McGurk got ku divê Kurdistan bi hêzdarî li Bexdayê cih bigire.”

Serokwezîr Barzanî got ku muzakereyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê pir girîng in. Barzanî li ser avakirina hikûmeta Iraqê û hilbijartinên Kurdistanê, brîfîngek da şandeyê jî.

 

Parve bike: