TR KU SO
FB X
Kurdistan

Medya Tirk li Herêma Kurdistanê kustina leskerekî bi guman eskere kir

Admin H
Nivîskar
📅 08 mijdar 2021 00:21

PeyamaKurd - Medyaya fermî ya Tirkiyê Ajansa Anadolê (AA) ragihand ku leşkerekî ji Erziromê, du roj berê li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di encama ‘bûyereke bi çekê’ de hatiye kuştin û termê wî jî îro Yekşemê hatiye veşartin.

Di nûçeyê de hatiye gotin ku roja Înê 5ê Mijdara 2021an li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di encama “qezaya bi çekê” de, leşkerekî bi navê Emrah Erkan ku pileya wî çawişê pispor e, jiyana xwe ji dest daye.

Derbarê awayê mirina wî leşkerî de hurgilî nehatin belav kirin û nehat zanîn bê bûyera bi çekê tê çi wateyê.

AAyê ragihandiye ku termê wî leşkerê Tirkiyê ku roja Înê 5ê Mijdarê can daye piştî du rojan îro Yekşemê li gundê Kurtuluş yê navçeya Yakutiye ya Erziromê hat veşartin. Dw leşker 26 salî bûye û salek bûye ku zewicî ye.

Li gorî nûçeya malpera ErziromGûndemê jî ew leşkerê Tirkiyê di çeperê de bi guleya hevalê xwe yê leşker hatiye kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di salên borî de jî bi taybet leşkerên esil Kurd di bûyerên wekî qeza dihatin ragihandin mirina wan dihat eşkere kirin.

Parve bike: