Kurdistan
Medya Tirk: Li Silêmaniyê bi operasyona MÎTê 2 PKKyî hatin kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama operasyoneke Saziya Îstixbarata Tirkiyê de, li navçeya Şerbajar a parêzgeha Silêmaniyê 2 endamên PKKê di otomobîleke hatiye bombekirin de can dane.
Li gorî ragihandina medya tirk, endamên PKKê yên jin ên bi navên Mahiye Açik ku sala 2014an tevlî PKKê bûye û Roha Racî ya sala 2015an ji Sûriyê tevlî PKKê bûne û karê îstixbarî bo PKKê dikirin, di encama operasyoneke MÎTa Tirk de hatine bêbandorkirin.
Hat diyarkirin ku otomobîla wan li navçeya Şerbajar a Silêmaniyê hatiye hedefgirtin û herdu endamên PKKê tê de can dane.