TR KU SO
FB X
Kurdistan

Medya Tirkiyê: Yek ji damezrînerê PKK/KCKê Alî Haydar Kaytan hat kustin

Admin L
Nivîskar
📅 18 mijdar 2021 16:57

PeyamaKurd – Medya Tirkiyê îddia kiriye, di encama operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî PKKê li Herêma Kurdistanê de, yek ji damezrînerê PKK/KCKê, bi navê xwe yê kod ‘‘Fuad’’ Alî Haydar Kaytan hatiye kuştin.

Medya Tirkiyê daye zanîn, PKK ji bo şikestin di nav rêxistinê de çênebe mirina Alî Haydar Kaytan veşartine û cenazeyê wî tenê ji aliyê kadroyên pile bilind ên rêxistinê hatiye veşartin.

Li gor îddiaya medya Tirkiyê, herwiha kesên hayê wan ji mirina wî hene jî, ji aliyê PKKê ve hatine înfazkirin.

Di derbarê îddiaya kuştina wî de, tu zanyarî ji aliyê PKKê ve nehatiye belavkirin. 

Parve bike: