TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mekteba Siyasî ya YNKê li ser Kerkûkê û rêkeftina ligel PDKê dicive

Admin H
Nivîskar
📅 20 îlon 2019 19:00

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dê îro Mekteba Sîyasî ya Yekîtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) li Silêmanîyê kom bibe.

Li gorî zanyariyan, biryar bû ew kombûn, îro li saet11:00an dest pê bike, lê bo kombûn bo 18:00ê êvarê hat paşxistin.

Hat diyarkirin ku dê di civîna YNKê de li ser rêkeftina siyasî ya YNK-PDKê gotûbêj û pirsa Parêzgeha Kerkûkê gotûbêj werin kirin û YNK piştî civînê helwesta xwe bo raya giştî ragihîne.

Hêjayî gotinê ye, biryar hatibû dayîn ku civîna YNKê li Hewlêrê were lidarxistin, lê piştre biryar hat guhertin û civîn li Silêmaniyê tê lidarxistin.

Parve bike: